Berdevkê DÎŞIyê Ebû Mihemed el-Adnanî li ser rûpela xwe ya Twîtterê vîdeoyek weşand û û got ku dewleta xilafetê hatiye ilankirin.
Adnanî ne bi tenê komên Sûriye û Iraqê, bangî hemû komên cihadê yên dinyayê kir ku bila xilafeta DÎŞIyê qebûl bikin û wiha got:
"Ev dewletek e, ev xilafetek e. Êdî divê dev ji perçebûn û partîzaniya kirêt bên berdan. Lewra di dînê Xwedê de tu carî tiştekî wiha tune. Heke hûn pişta xwe dewletê bizivirînin û bi wê re şer bikin, hûnê him zirarê bidin wê û him jî bidin xwe."
Artêşa Iraqê ji serê 2014an vir ve li dijî komên bi çek ên di bin rêbertiya DÎŞIyê de nin re li herêmên El-Enbar, Fellûce û Er-Ramadiyê şer dike.
Du hefte berê DÎŞI û komên bi çek li Iraqê hin herêmên bakur û rojavayê bi dest xistibûn.