Ahmet Aydın
13 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2020
Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanin bi îdiaya "têkoşîna dijî Îslamgeriya radîkal" ji sersalê vir ve 73 mizgeft, dibistanên taybet û kargeh hatin girtin.
Darmanin di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku meha borî li herêma Heraultê mizgeftek û dibistaneke taybet, li herêmên din jî komeleyek û 9 kargeh hatin girtin.
Darmanin destnîşan kir ku ji sersalê vir ve 73 mizgeft, dibistanên taybet û kargeh hatin girtin û 231 biyanî bi sedema radîkalbûnê ji wî welatî hatine deresînorkirin.
Ji aliyekî din ve Darmanin ragihand ku 4,2 ton hişbir hatiye desteserkirin û 1189 qaçaxçiyên hişbirê hatine binçavkirin.