Amerîkayê ji ber hilbijartina Çîn û Rûsyayê ya ji bo Konseya Mafên Mirovan a NYyê bertek nîşan da
Washington DC
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo ji ber ku Rûsya û Çîn jî ji bo Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin hilbijartin bertek nîşan da.
Pompeo di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Amerîka ji ber hilbijartina rejimên otorîter ên ji bo Konseya Mafên Mirovan a NYyê konseyê şermezar dike."
Pompeo bi bîr xist ku Amerîka di 2018an da ji konseyê vekişiya û got konsey li dijî Îsraîlê tevdigere û niha jî welatên mafên mirovan binpê dike hildibijêre.
Wezîr Pompeo got divê di konseyê da reform bê kirin.
Navenda Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Cenevre ye, 47 endamên wê hene. Di nav 15 welatên nû hatin hilbijartin da Çîn û Rûsya jî hene ku ew tê rexnekirin.
Welatên din ên hatin hilbijartin Fransa, Îngiltere, Pakistan, Ozbekistan, Nepal, Senegal, Qeraxên Diranê Fîlan, Malawî, Gabon, Ukrayna, Meksîka, Bolîvya û Kuba ne.
Welatên nû hatine hilbijartin wê ji 1ê Çileya Paşîn a 2021ê pê va di konseyê da 3 salan wezîfeyê bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.