Önder Beyter
16 Gulan 2019•Rojanekirin: 16 Gulan 2019
Li herêma Camu Keşmîr a Hindistanê di pevçûna hêzên ewlekariyê û berxwedêran da 3 berxwedêr, eskerekî Hind û sivîlek hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Hindistanê, li ser îxbara der heqê berxwedêran da hêzên ewlekariyê li herêma Pulwamayê dest bi operasyonê kirin.
Ewlekariyê ragihand, di operasyona li gundê Doliporayê hêzên ewlekariyê û berxwedêr bi hev çûn û di encamê da 3 berxwedêr û eskerek hatin kuştin.
Ewlekariyê herwiha diyar kir ku li herêma şer, cesedê sivîlekî ku tê texmînkirin di navbera guleyên herdu aliyan da maye, hat dîtin. Herwiha hat destnîşankirin ku di encama pevçûnê da 2 esker û sivîlek jî birîndar bûn.
Ewlekariyê destnîşan kir ku li ciyê bûyerê çekên berxwedêran hatin bidestxistin û operasyon jî dewam dike.
Ji ber qewimîna pevçûnê, gel derket kolanan û bûyer protesto kir.
- Kêşeya Keşmîrê
Îngiltere di sala 1974an da dema ji Hindistanê derket wê demê Keşmîr bi mîrîtiyê dihat birêvabirin û di mijara hilbijartina alî da ew serbest hişt. Keşmirê jî ji Hindistan û Pakistanê kîjan bixwesta dikaribû derbasî wî aliyî bibe. Mîrektiyên wê demê bi piranî li gor nijad û baweriyên xwe aliyên xwe hilbijartin û Mîrê Camu Keşmîrê yê wê demê di cotmeha sala 1947an da Keşmîra ku ji sedî 90 xelqê wê misilman bû da ser Hindistanê. Gelê misilman ê Kaşmîrê jî li dijî vê biryarê derket û li ser vê jî Pakistanê eskerên xwe şand herêmê. Li ser vê di navbera herdu welatan da cara ewil şer di sala 1947an da derket. Herwiha di navbera herdu welatan da ji ber heman sedemê cardin di 1965 û 1999an da şer derket.
Niha ji sedî 45ê herêma Keşmîrê di bin kontrola Hindistanê da, ji sedî 35ê wê di bin kontrola Pakistanê da û ji sedî 20 jî di bin kontrola Çînê da ye. Qismê Keşmîra ku di bin kontrola Pakistanê da ye bi navê "Keşmîra Azad" û qismê ku di bin kontrola Hindistanê da ye jî bi navê "Camu Keşmîr" tê zanîn. Li Hindistanê misilman herî zêde li herêma "Camu Keşmîr"ê ne.
Di sala 1948an da Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryarek da ku bila li herêma Keşmîrê esker nemînin û li herêmê referandum bê kirin. Hindistanê Keşmîra di bin kontrola Pakistanê da wek axa xwe îlan kir lê Pakistanê û şêniyên Keşmîrê jî xwestin ku referanduma KENY wek heqek dabû bê sepandin.