Dinya

Li Kerkûkê êrîşa DEAŞê: 6 kuştî

Li Kerkûkê di êrîşa DEAŞê ya dijî Hêza Polêsên Federal da 6 polês hatin kuştin

Fatih Gazioğlu  | 16.05.2019 - Rojanekırın : 17.05.2019
Li Kerkûkê êrîşa DEAŞê: 6 kuştî

Al Qahirah

Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê di êrîşên rêxistina terorê DEAŞê yên dijî Hêzs Polêsên Federal da 6 polês hatin kuştin.

Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Korgeneral Saad Herbiye di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanê AAyê da got ku DEAŞê dijî polêsên Kerkûkê 2 êrîşên biçek kirin û 6 polês kuştin.

Herbiye diyar kir ku êrîşa ewil li navçeya Riyadê nêzî gundê Alewiyê hat kirin. Herbiye got ku endamên DEAŞê bi çekên otomotîk êrîş kirin û li vê derê 4 polês kuştin.

Herbiye got ku êrîşa duyemîn jî li navçeya Reşadê nêzî gundê Telsuseyê hat kirin. Herbiya destnîşan kir ku di vê êrîşê da jî 2 polês hatin kuştin. 

Rêxistina terorê DEAŞê di hezîrana 2014an da Mûsil di serî da ji sê paran yek axa Iraqê bi dest xistibû. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê di berfanbara 2017an da piraniya vî erdî ji destê rêxistinê derxistibûn.

Ligel ku li navenda parêzgeh û bajaran tehdîda êrîşên DEAŞê zêde nemaye jî lêbelê li deverên çol û çiyayî rêxistin car caran çalakiyan dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın