Önder Beyter
16 Gulan 2019•Rojanekirin: 17 Gulan 2019
Aktîvîstê Filistînî Iyad el-Bexdadî ku Norwecê mafê penaberiyê dayê got, "Mihemed bin Selman xwe li pişt îmaja xwe ya reformîst vedişêre. Gava dinya pê qanî nekir ku Ataturkê Erebistana Siûdî ye, vêca xwe diceribîne ku bibe Putînê Erebistana Siûdî."
El-Bexdadî ku derket holê ji ber tehdîdeke muhtemel a ji ber Erebistana Siûdî di 25ê nîsanê da bi destê rayedarên Norwecî ji mala wî bo ciyekî ewle hat veguhestin, ji bo rojnameya Washington Postê bi sernavê "Ez ji bo gefên Erebistana Siûdî bûme armanc. Ji ber vê çendê ez vê yekê dinivîsim" gotarek nivîsî.
El-Bexdadî diyar kir ku ligel wî, aktîvîstê Kanadayî Omer Ebdulezîz û aktîvîstekî din ê ji Amerîkayê ku navê wî nehat parvekirin jî hatin binçavkirin û wiha dewam kir, "Ligel rexnekirina Erebistana Siûdî, hevbeşiyeke me ye din jî hebû: Em bi rojnameger Cemal Kaşikçi ra dixebitîn. Û îhtimal ew e ku sedema gefxwarinê ev yek e."
- "Mihemed bin Selman xwe li pişt îmaja xwe ya reformîst vedişêre"
El-Bexdadî îdia kir, piştî ku wî ligel Jeff Bezosê xwediyê Amazon û Washington Postê dest bi xebatê kir, tehdîdên dijî wî zêde bûn.
El-Bexdadî bal kişand ku ligel bertekên dijî cinayeta Kaşikçi, rejima Siûdî polîtîkayên xwe yên zextê gurtir kirin û wiha dewam kir, "Mihemed bin Selman xwe li pişt îmaja xwe ya reformîst vedişêre. Gava dinya pê qanî nekir ku Ataturkê Erebistana Siûdî ye, vêca xwe diceribîne ku bibe Putînê Erebistana Siûdî."
El-Bexdadî herwiha got ku Mihemed bin Selman, bereksê Putîn, pabendiya xwe ya bo Rojava nexasim bo Amerîkayê didomîne û wiha got, "Rêveberiya Donald Trump nexasim zavayê Trump, Jared Kushner heta ku wê yekê bidomînin û baskê xwe bi ser Mihemed bin Selman da vekin û wî biparêzin, prensê welîehd dê sûcan bike, tevliheviyan derxîne û herwiha dê tovên bêîstiqrariyê ku li Rojhilata Navîn û wê wêdatir bi dehan salan tesîra xwe nîşan bide, bireşîne."