Aborî

Xalîçefiroşan berê xwe dan bazara Erebistana Siûdî

Serokê Odeya Xalîçefiroşên Gazîentabê Mehmet Torer: "Em wisa bawer dikin di mijara bazirganiyê ya bi Erebistana Siûdî ra wê encam başbin. Înşeallah di dema herî nêz da pirsgirêka gumrukê bê çareserkirin û em jî wekî berê firotinên xwe bidomînin."

Fırat Özdemir  | 12.05.2022 - Rojanekırın : 13.05.2022
Xalîçefiroşan berê xwe dan bazara Erebistana Siûdî

Gaziantep

Xalîçefiroşên Tirkiyeyî li bendê ne ku îxracata ber bi Erebistana Siûdî va zêdetir bibe.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji Yekîtiya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê berhev kir di 4 mehên ewil ên îsal da bibergîdana 666 milyon dolarî xalîçe hatin îxrackirin.

Di salên borî da ji welatên herî zêde xalîçe dihat îxrackirin yek jê Erebistana Siûdî bû.

Ji Tirkiyeyê ber bi Erebistana Siûdî va di sala 2019an da bi bergîdana 342 milyon û 157 hezar dolarî, di sala 2020î da bi bergîdana 263 milyon û 976 hezar dolarî, par bi 565 hezar dolarî û di 4 mehên ewil ên îsal da jî bi 68 hezar dolarî xalîçe hat îxrackirin.

Serokê Odeya Xalîçefiroşên Gazîentabê Mehmet Torer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku nêzî ji sedî 85ê xalîçeyên Tirkiye difiroşe derveyê welêt ji Gazîentabê tê firotin.

Torer destnîşan kir ku di salên borî da piştî Amerîkayê ji bo kirinî xalîçeyên Tirkiyeyê Erebistana Siûdî di rêza duyemîn da bû lê niha welatên Ewropayê cihê wê girtine.

- "Erebistana Siûdî ji bo me wê bibûya yekemîn"

Di berdewamiya axaftina xwe da Torer ragihand ku ew xalîçeyên ji Tirkiyeyê difiroşin nêzî 150 welatî û wiha domand: "Erebistana Siûdî ev du sale li hemberî malên Tirkiyeyê mieyîdeyan disepîne û ev jî ji bo îxracata me bi kêr nayê. Em wisa bawer dikin di mijara bazirganiyê ya bi Erebistana Siûdî ra wê encam başbin. Înşeallah di dema herî nêz da pirsgirêka gumrukê bê çareserkirin û em jî wekî berê firotinên xwe bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.