Faruk Hanedar,Çağrı Koşak
04 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2024
Li başûrê Beyrûta paytexta Libnanê ku êrîşên asîmanî yên Îsraîlê lê berdewam in, bi dû hev teqînên bişidet çêdibin, tê îdiakirin ku armanca êrîşan, Serokê Konseya Rêveberiyê ya Tevgera Hizbullahê Haşim Safiyuddîn e.
Ji 23yê îlonê pê va ku Îsraîl êrîşên xwe yên li ser başûrê Beyrûtê zêde dike, yek ji teqînên herî tund çêbû.
Teqînên bi dû hev li avahiyan bûn sedema hejînan.
Di nûçeya li platforma nûçeyan a Axiosa DYAyê da ku çavkanî weke rayedarekî Îsraîlî nîşan da, hat îdiakirin armanca êrîşan xelefê Hesen Nesrellah, Haşim Safiyuddîn e.
Der barê bûyerê da hê Îsraîlê tu daxuyanî nedaye.