Ali Semerci
04 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2024
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî kafeyeke li Kampa Penaberan a Tulkerîmê ya li bakurê Şerîaya Rojava ya dagirkirî kir, 18 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser kafeyeke li Kampa Penaberan a Tulkerîmê.
Hat diyarkirin ku di encama êrîşê da 18 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.
Hat gotin ku kuştî û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehît Sabît Sabît a li bajarê Tulkerîmê.