RAMALLAH
Hat ragihandin ku li Şerîaya Rojava ji ber guleberdana eskerên Îsraîlê xortekî filistînî hat kuştin.
Li gor agahiyên ku şahidên bûyerê diyar kirin ji kontrola eskerî ya Kalendiyeyê ku di navbera Ramallah û Qudsê de dimîne gule berî Mihemed Samî el-Kusbeyê filistînî dan. Hat ragihandin ku êrîş bela sebep hat kirin û li wê herêmê tu şer û pevçûn jî tuneye.
Doxtor Samîr en-Natûr ê ku li Navenda Tipê ya Ramallahê dixebite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku gulek li sing û yek jî li ser û çavên Kusbe ketibûn.
Natûr diyar kir ji ber ku xwîn pir çûbû xortê filistînî li navendê can da.