HELEB
Li gor agahiyan yekîneyên mixalif ên li Sûriyeyê bi navê "Fetha Helebê" operasyon kirin û di operasyonê da li taxa Cemiyet ez-Zehraya Helebê hin herêmên stratejîk û hin ciyên leşkerî yên hêzên rejimê hatin bidestxistin.
Berpirsyarê çapemeniyê yê Eniya Şamê Mistefa Siltan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di operasyona li taxa Cemiyet ez-Zehrayê di navbera hêzên rejimê û mixalifan da şerekî mezin derket.
Siltan diyar kir ku komên mixalif ên yekbûyî li taxê tankek û gelek wesaîtên leşkerî yên hêzên rejimê îmhe kirin û wiha got: "Balafirên şer ên artêşê êrîşî herêmên di destê mixalifan da ne kirin."
Siltan destnîşan kir ku Eniya Şamê, Alaya Yekemîn a Eniya Nusrayê û yekîneyên Ensar eş-Şeriyê tevlî operasyonê bûn û got mixalifan bi "topên cehenemê" û topên hewanê êrîşî hêzên rejimê kirin.
Siltan destnîşan kir ku di operasyonê da depoyên avê yên li taxa Cemiyet ez-Zehrayê, hin herêmên stratejîk û ciyên leşkerî yên hêzên rejimê hatin zeftkirin.