Lejla Biogradlija
04 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2024
Li Bosna Hersekê di lehiyan da 14 kesan canê xwe ji dest da.
Di daxuyaniya Kantona Hersek Neretvayê ya li başûrê Bosna Hersekê da hat destnîşankirin ku di lehiyên ku li bajarên Jablanica û Konjicê rabûn da, cesedê 14 kesan hat dîtin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.
Medyaya herêmî agahî parve kirin ku di nav kesên ku canê xwe ji dest dane da pitikek jî heye.