Dinya

Li Bexdayê bi moşekan va êrîşî Herêma Kesk kirin

Li Bexdaya paytextê Iraqê bi 3 moşekên Katyuşayê êrîşî Herêma Kesk a hêzên Amerîkayê lê ne, hat kirin.

Türkan Tosun  | 16.02.2020 - Rojanekırın : 17.02.2020
Li Bexdayê bi moşekan va êrîşî Herêma Kesk kirin

Istanbul

 Li Bexdaya paytextê Iraqê bi 3 moşekên Katyuşayê êrîşî Herêma Kesk a hêzên Amerîkayê lê ne, hat kirin.

Şaxa Çapemeniyê ya Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Parastina Iraqê daxuyand Herêma Kesk a bi şev 3 moşekên Katyuşayê va hedef hat girtin.

Hat daxuyandin di êrîşê da kes nemir û birîndar nebû.

Ji hêla din Berdevkê Tevgera Bibiryar û Hêza Wezîfeya Hevpar a Yekbûyî ya Amerîkayê Albay Myles Caggîns li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand moşek li nêzîkî cihê hêzên koalîsyona navneteweyî bi cih bûne ketiye.

Berpirsyariya êrîşî hê kesî hilneda li ser xwe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın