Dinya

Serokwezîrê HKIyê Barzanî li Munîhê bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf ra civînek kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî li Munîha bajarê Almanyayê bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ra civînek kir.

Türkan Tosun  | 16.02.2020 - Rojanekırın : 17.02.2020
Serokwezîrê HKIyê Barzanî li Munîhê bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf ra civînek kir

Istanbul

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya HKIyê Barzaniyê li Almanyayê ye ku wê beşdarî Civîna Ewlehiya Munîhê ya 56emîn bibe li wir bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf ra civîneke ji çapemeniyê ra girtî kir.

Hat daxuyandin Barzanî û Zerîf bal kişandin bûyerên dawîn ên li Iraqê û herêmê qewimîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin Barzanî û Zerîf destnîşan kirin îstiqrara li herêmê, Îran û Iraqê girîng e û ew li ser têkiliyên di navbera Tehran û Hewlêrê da axivîn.

Civîna Ewlehiya Munîhê ya 56emîn (MSC 2020) di 14ê Sibatê da dest pê kir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.