Nihat Kavşut
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
BARSELONA
Li Barselonaya bajarê Îspanyayê 2 trênên li îstasyona sereke ya bajêr ji ber şik û gumana bombeyê hatin valakirin.
Li gor daxuyaniya rayedarên ewlehiya Îspanyayê di saet 08.00an da li îstasyona têrênê ya navendî çenteyek hat dîtin û piştî ku rêwiyên di 2 trênên li îstasyona Sants de Barcelonayê hatin derxistin ekîba îmhekirina bombeyan sewqî ciyê bûyerê kirin.
Li gor agahiyan piştî xebatên ku bi destê ekîba îmhekirina bombeyan hatin kirin sefer cardin dest pê kirin.
Wek mayîn piştî Barselonaya bajarê Îspanyayê li paytext Madrîdê jî îstasyoneke trênê ji ber şika bombeyê hat valakirin.