Fatih Gazioğlu
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
MADRÎD
Li Madrîda paytextê Îspanyayê îstasyoneke trenê ji ber îdiaya bombeyê hat valakirin. Hat ragihandin ku alarma bombeyê rast nîne.
Li gor nûçeya EFEya ajansa fermî ya Îspanyayê, alarma bombeyê li ser şika ku di çenteyê jinekê da bombe heye hatiye dayîn. Li gor nûçeyê jina şikbar li îstasyona Santsa Barcelonayê siwar bûye û ber bi Madrîdê va diçe.
Daxuyaniya rayedarên ewlehiya Îspanyayê di saet 08.00an da li îstasyona trenê ya navendî çenteyek hat dîtin û piştî ku rêwiyên di 2 trenên li îstasyona Sants de Barcelonayê hatin derxistin ekîba îmhekirina bombeyan sewqî ciyê bûyerê kirin.
Hêzên ewlehiyê hê trên negihişt îstasyona Atochayê trenê dan sekinandin û trenê da lêgerîn kir. Di encama lêgerîna çenteyê jinê da tu teqemenî nehatin dîtin.
Polêsan piştî Barselonaya bajarê Îspanyayê serê sibê saet 10.00an da vê dorê li paytext Madrîdê jî îstasyoneke trenê ji ber şika bombeyê valakiribû.
Li Barcelonayê piştî xebatên ku bi destê tîma îmhekirina bombeyan hatin kirin sefer cardin dest pê kiribûn.