İbrahim Atmaca
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
ANKARA
Amerîkayê ragihand, Efxanistan jî li welatên ku ji tengavkirinên Îranê wek berwext mûaf in hat zêdekirin.
Balyozê Kabulê yê Amerîkayê John Bass li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got ku Efxanistan jî li welatên ku ji tengavkirinên Îranê wek berwext mûaf in hat zêdekirin.
Bass got ku di çarçoveya muafiyetê da Efxanistan wê ji Îranê sewqkirina neftê bidomîne û wiha dewam kir:
"Amerîkayê piştî ku ji bo Efxanistanê nirxandineke berfireh kir û şûnda di çarçoveya 'Qanûna Dijî Azadî û Parastinê ya Îranê' da Efxanistan jî mûaf bû û wê ji Îranê îdxalata berên neftê û malên ku nakevin çarçoveya tengavkirinê li ser Lîmana Çabaharê ra sewq bike."
Lîmana Çabaharê li qeraxê Behra Ummanê ye û li gor planê ji bo ku Hindistan derbasî Asyaya Navîn bibe, Efxanistan jî derkeve ser behrên navneteweyî ev lîman wê wek deriyekê were bikaranîn.
- 8 welat mûaf bûbûn
Amerîkayê merhaleya duyemîn a pakêta tengavkirinê ji 5ê mijdarê pê va kiribû dewrê û di çarçoveya merhaleya duyemîn da 50 bankeyên Îranê û ji 700î zêdetir şirket û kes li lîsteya tengavkirinê zêde kiribû.
Rêvebiriya Amerîkayê Tirkiye, Koreya Başûr, Îtalya, Yewnanistan, Çîn, Tayvan, Hindistan û Japonya 180 rojên din ji bazirganiya neftê ya bi Îranê ra mûaf kiribû.