Sarp Özer
22 Nîsan 2023•Rojanekirin: 24 Nîsan 2023
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got: "Gava din xeberek ji me ra hat. Li Zapê 3 terorîst ji alî eskerên me va hatine berterefkirin. Bi vî awayî di 4 rojên dawîn da bi tevahî 21 terorîst hatin berterefkirin."
Akar ji alî AK Partiyê va li Kayseriyê wek namzedê parlementeriyê hat nîşandan û wî navçeyên Încesu û Yeşîlhîsarê ziyaret kir.
Li Încesuyê Akar di axaftina da erdhejên 6ê Sibatê li welêt çêbûn bi bîr xist ku ragihand ku ew awayek xemgîn eydiyê pîroz dikin û ji bo kêmasiyên li herêmê jî hewl didin.
Akar destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze pêşve biçe lê her carê astengiyekê derdixin pêş û ji wan ya sereke jî teror e.
Akar operasyonên li navxweyî û yên derveyê welêt dijî rêxistinên terorê tên kirin bi bîr xist û eiha pê da çû: "Li Iraq û Sûriyeyê eskerên me mîna şêran terorîstan berteref dikin û ji heq wan tên der. Gava din xeberek ji me ra hat. Li Zapê 3 terorîst ji alî eskerên me va hatine berterefkirin. Bi vî awayî di 4 rojên dawîn da bi tevahî 21 terorîst hatin berterefkirin. "