Mehmet Nuri Uçar
22 Nîsan 2023•Rojanekirin: 23 Nîsan 2023
Li Mexribê ji ber ku Cejna Remezanê îro dest pê kir welatiyan serê sibehê ji bo nimêja cejnê berê xwe dan mizgeft û meydanên li çar aliyê welêt.
Li Tirkiye û gelek welatên Erebî duh Cejna Remezanê dest pê kir û li Îran û Mexribê eydê îro dest pê kir.
Jin, zarok, kal, pîr û ciwan jî di nav da bi hezaran welatiyan Mexribê li paytext Rebat û bajarên din ji bo nimêja eydê bikin mizgeft tijî kirin.
Li meydaneke bajarê Selayê ku nêzî Mexribê bû û ji bo nimêja eydê hatibû diyarkirin bi deh hezaran welatî kom bûn.
Mexribî bi cil û bergên xwe yên rengrengî hatin meydanê û nimêja eydê kirin.
Hinek welat heta ku hîva nû ji welatê xwe ve nebînin cejnê pîroz nakin.