Haydar Şahin
22 Nîsan 2023•Rojanekirin: 23 Nîsan 2023
Welatiyên Îranê li çar aliyê welêt berê xwe dan mizgeftên îniyê û yên taxan û nimêja Eyda Remezanê kirin.
Kesên li paytext Tehranê xwestin nimêja eydê bikin berê xwe dan Mizgefta Îniyê ya Îmam Xumeynî, mizgeftên Îmam Hiseynî, Resûlî Ekrem, Emîrel Mûmînîn û Şêx Evdilezîm.
Li Mizgefta Îniyê ya Îmam Xumeynî ku li paytext Tehranê ye jî lîderê Îranê Ayetullah Elî Hamaney nimêja eydê da kirin.
Li gor nûçeya têlevizyona dewletê ya Îranê Hamaney di xutbeyê da got ku li hemberî dijmin bila herkes çav vekirî be û saziyên qanûnî, rêveberî û darazê yên li welêt bila bi hev ra bixebitin û ji heqê pirsgirêkan bên der.
Ji ber şewba Kovîd-19ê Hamaney 3 sal bi şûn va li pêş Îraniyan cara ewil nimêja eydê kir.