2015 ж. 22 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 22 қыркүйек
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kîrby ji bo îdiayên der heqê tevgera YPGê ya ku li Sûriyeyê mafên mirovan binpê dike got: "Dixwazî bila binpêkirina mafên mirovan be û dixwazî bila hilweşandina binesaziyan be, tevgerên ku ne li gor nêrîn û têkoşîna me ya li dijî DAEŞê ye em pir cidî dibînin."
Di civîna çapemeniyê ya rojane de ji Kîrby rapora pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî hat kirin û tê de qala binpêkirina mafên mirovan a ji hêla YPGê hatine kirin, pirsîn. Kîrby diyar kir ku rapor hê nedîtine û wiha pê de çû: "Lê dixwazî bila binpêkirina mafên mirovan be û dixwazî bila hilweşandina binesaziyan be, tevgerên ku ne li gor nêrîn û têkoşîna me ya li dijî DAEŞê ye em pir cidî dibînin."
Kîrby destnîşan kir ku di mijara sepandina mafên mirovan de xebatên ku bên kirin him bi hewlên taybet û him jî li pêş raya giştî eşkere nîşan dan.
Komîsyona Lêkolîna Sûriyeya Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora der heqê binpêkirina mafên mirovan ya li Sûryeyê de pêşkeşî Konseya Mafên Mirovan a NYyê kiribû.
Serokê Komîsyona Lêkolîna Sûriyeya Serbixwe ya Navneteweyî ya NYyê Paûlo Pînheîro jî di axaftina xwe ya ku ji bo konseyê kir de got: "Sûriye li ber çavên me perçe perçe dibe. Miletekî di nav şerê ku li dinyayê herî tevliheve û kuştin tê zêde ye de maye."
Pînheîro destnîşan kir ku komîsyon di rapora xwe de heta ji dest hat cih da binpêkirina mafên mirovan û wiha pê de çû: "YPGê hin herêmên li Sûriyeyê tehrîp û talan kir."
PYD wek baskekî PKKê ya li Sûriyeyê tê zanîn û YPG jî hêza PYDê ya çekdarî ye.