2015 ж. 22 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 22 қыркүйек
MOGADÎŞU
Hat ragihandin hejmara kesên ku di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ve li Mogadîşuya paytextê Somaliyê hat li darxistin de mirin derket 13yan.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku ji bilî 3 kesên biyanî şofêrê wesayîtê jî di nav de heta niha 13 kes mirin.
Rayedaran ragihand ku di nav birîndarên birin Nexweşxaneya Medîne û yên din de kesên ku rewşa wan pir xedar e hene û ji ber vê jî dibe ku hejmera miriyan zêde bibe.
Wezareta Karên Navxweyî ya Somaliyê di daxuyaniya ku duh weşan de destnîşan kir ku di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ve hat lidarxistin de kesên biyanî jî di nav de 6 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Hat gotin ku hedefa êrîşê Qesra Serokomariyê bû û di nav kesên birîndar de esker jî hene.
Rêxistina Eş-Şebabê ya li Efrîqaya Rojhilat çalak e di daxuyaniya ku da Radyo Endulusê de ragihadn ku êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ve ji hêla wan ve hat lidarxistin.