Gökhan Kavak
17 Sibat 2022•Rojanekirin: 17 Sibat 2022
Li Somaliyê di operasyona dijî Eş Şebaba rêxistina terorê ya ji hêla Mîsyona Yekîtiya Afrîkayê (AMİSOM) hat kirin da herî kêm 20 terorîst hatin berterefkirin.
Hêzên AMÎSOMê li herêma Şabela Navîn dijî endamên Eş Şebaba rêxistina terorê operasyon kirin.
Di operasyonê da herî kêm 20 terorîst hatin berterefkirin.
Endamên Eş Şebabê duh li paytext Mogadîşuyê êrîşên bibombe kiribûn ku operasyon piştî van êrîşan hat destpêkirin.
Li Somaliya ku hilbijartina Meclisê gelek caran hat taloqkirin û nîvê parlamenteran hatin diyarkirin pirsgirêka ewlehiyê dewam dike.