2015 ж. 21 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 21 қыркүйек
HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Cebbar Yawer ji bo operasyona xilaskirina Mûsilê diyar kir ku ew dikarin ji bo vê yekê di nav 48 satean de xwe amade bikin lê ji bo destpêkê li benda bersiva hikûmeta Iraqê ne.
Yawer di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de got: "Ji bo operasyona xilaskirina Mûsilê beşeke hevpar hat damezrandin. Pêşmerge amade ne, em li benda gavên ku wê hikûmeta Iraqê biavêje ne."
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Yawer destnîşan kir ku di dema operasyonê de pêşmerge ji bakûr û rojhilat, hikûmeta Iraqê jî ji başûr û rojava wê bigirin ser Mûsilê, hêzên koalîsyonê jî wê ji hewayê ve piştgiriyê bidin.
Yawer bi bîr xist ew aliyên ku wê di operasyonê de cih bigirin sê hefte berê li Hewlêrê navendek avakirin û wiha dewam kir: "Li vê navendê çend civîn hatin kirin. Lê niha hinek wext lazim e. Lewra hikûmeta Iraqê niha ji bo ku Ramadî û Beyciyê xilas bike, hewl dide."
- "Heta ku Selahadîn û Enbar neyên xilaskirin dor nayê Mûsilê"
Yaver ragihand ku pêşmerge bi tena serê xwe dest bi operasyonê nakin û heta hikûmeta Iraqê wîlayeta Selahadîn û Enbarê rizgar neke dor nayê Mûsilê û wiha pê de çû: "Hikûmeta Iraqê dibêje heta ku wîlayeta Selahadîn û Enbarê neyên xilaskirin dor nayê Mûsilê. Xilaskirina Mûsilê pêvajoyeke pir tevlihev e. Lewra Mûsil ji hêla erdnigarî, nijadî eskerî û gelek ên din ve herêmeke pir zor e."
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a HKIyê got ku heta hêzên eskerî yên hikûmeta Iraqê negihîjin başûr û rojavayê Mûsilê operasyon dest pê nake û axaftina xwe wiha domand: "Wek herêma Kurdistanê ji serê ser de me diyar kir ku em amade ne. Lewra xilaskirina Mûsilê ji bo me jî pir girîng e û tesîra wê li ser ewlehiya Kurdistanê heye. Heke terorîst ji vê herêmê bên derxistin li hemû Iraqê wê qira wan bê lewra Mûsil navenda DAEŞê ye."
- "Pêşmerge dikarin di nav 48 saetan de xwe ji bo operasyonê amade bikin"
Yawer der heqê amadehiyên pêşmergeyan a bo operasyona xilaskirina Mûsilê de jî agahî da û wiha got: "Hêzên koalîsyonê ji bo destpêkirina pêvajoya xilaskirina Mûsilê ecele dikin. Em wek hikûmeta Kurdistanê di nav 48 saetan de dikarin hêzên xwe amade bikin. Lê heta ku Bexda di vê mijarê de gavekê neavêje em dest bi tiştekî nakin."
Yawer destnîşan kir ku ji sedî 95 axa aîdê HKIyê ji destê DAEŞê hat rizgarkirin.
DAEŞ di 10ê hezîrana 2014an de ketibû Mûsilê.