13 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2015
LONDRA
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyand ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û YPG li bakurê Sûriyeyê herêmên ku ereb û tirkmen dijîn xirab dikin û bi zorê mirovan koçber dikin. Ev jî mafên mirovan binpêkirin e û sûcê şer e.
Rêxistinê havîna par bi navê "Cihê ku em herin tune" raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku wan li 14 gund û navçeyên di destê PYDyê de ne lêkolîn kirine, dîmenên peyka temaşe kirine û şahidan guhdar kirine.
Di raporê de hat gotin ku di hezîrana 2014an de gundekî ku 225 mal lê hebûn û kete destê DAEŞê, di nav salekî de ji sedî 94 hatiye tehrîbkirin û di hezîrana 2015an de bi tenê 14 mal li gund maye. Dema sibata 2015an de gund dikeve destê YPGyê hemû mal tên xirabkirin û gundî koç dikin.
- "YPGyê gef xwar"
Ji bilî vê di raporê de hat gotin ku hîn sivîlan daxuyandin ku dema ew naxwazin terka herêma xwe bikin, koalîsyona navneteweyî ya ku serkêşiya wê Amerîka dike ji hewayê êrîşî wan dike û ew ji hêla YPGyê ve jî tên tehdîtkirin.Lewra YPG gel sûcdar dike û dibêje ew piştgiriyê didin DAEŞê.
Hat gotin ku sivîl dibêjin dema ew naxwazin terka malên xwe bikin YPG gefê dixwe û nebaş tevdigere.
- "Hiqûqa navneteweyî tê îxlalkirin"
Di raporê de hat gotin ku YPG herî zêde ji ereb û tirkmenan re wisa tevbigere jî, ji hin kurdan re jî wisa tevdigere.
Hat gotin ku YPGyê der barê van mijaran de daxuyanî da Rêxistina Efûyê û got ku ji bo ku ewlehiya gelê herêmê bê parastin ew gundiyan dişînin cihên din.
Di raporê de hat gotin ku her çiqas tesîra pevçûnan li hin gundan çênebe jî gundî bizorê tên koçberkirin û hat gotin ku ev jî hiqûqa navneteweyî îxlalkirin e."
Şêwirmenda Qeyranê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Lama Fakîhê jî der barê mijarê de wiha got: "Divê YPG bilez dev ji xirabkirina malên sivîlan berde, zirara kesên ku malên wan hatine xirabkirin bide, sivîl car din vegerin malên xwe û destûrê bide wan ku ew car din malên xwe çêbikin."