12 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2015
HALEP
Li Suriyeyê hevkariya rêjima Esed û rêxistina terorê DAEŞê dewam dike.Di hefteya çûyî de DAEŞ a ku du herêmên li bakurê Halebê xistibû bin kontrola xwe bê şer da hêzên Esed.
Rêxistina terorê DEAŞ di 9ê cotmehê de li wîlayeta Heleba bakurê Suriyeyê hin herêmên ku ji bo xeta Azaz-Mareya di destê muxalîfandeye bitalûkeye, xistibû bin kontrola xwe.
Li bakurê Helebê gundên Tel Krah, Tel Sûvsîn, Kefr Tûne, Kafr Karîs, bajaroka Fafînê, dibistana Piyade, herêma Bazirganiya Serbest a ku tesîsên bazirganiyê lê ye û girtîgeha zarokan Secn el Ehdes jî di navde 8 cih xistibû bin kontrola xwe.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan nûçegihanê AAyê duh danê êvarê DAEŞ$e Herêma Bazirganiya Serbest û Kefr Tuneyê bê şer da hêzên Esed.