WASHINGTON
Endamên komîteyê duh piştî ku Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry, Wezîrê Parastinê Chuck Hagel û Serokê Sererkaniyê Martîn Dempsey agahî dane wan, der heqê daxwaza ku destûra bikaranîna hêza leşkerî dide Obama de birayara guhertinê dabûn û madeyên ku destûra wî sînordar dikin, li serê zêde kiribûn.
Li gor vê yekê operasyona leşkerî ya li ser Sûriyê divê ji 60 rojan derbaz nebe, lêbelê heke tu kes li dijî dernekeve, mafê 30 roj dirêjkirina vê maweyê dabûn kongreyê. Digel vê yekê bi pêşnûmayê şandina leşkerên Amerikayê ya li ser Sûriyê hatibû qedexekirin.
Îro serê sibê senator beşdarî danişîneke veşartî ya ku rayedarên birêvebiriya Obama li dar xistibû, bûn û piştre li ser pêşnûmaya nû hevdîtin pêk anîn.
Pêşnûma, piştî hevdîtinan ji komîteyê li hember 7 rayên neyinî, bi 10 rayên erênî hat pejirandin.
Digel vê komîteyê pêşniyara ku Senator Rand Paul pêşkeş kiribû û destûrê bêtir sînordar dikir jî li hember 4 rayên erênî, bi 14 rayan red kir.
-Carney: Emê bi Kongeryê re xebatên xwe bidomînin
Berdevkê Qesra Spî Jay Carney jî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, dema ku Kongre bi hev re bixebite, bawer dikin ku dê Amerîka bi hêztir bibe.
Carney got ez ji bo ku senato li ser ewlehiya neteweyî bilez tevdigere kêfxweş im û wiha dewam kir: "Ji bo ku qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî bê tetbîqkirin, berjewendiyên neteweyî yên DYAyê baş bên parastin û piştgiriya her du partiyan ya ji bo destûra bikaranîna hêza leşkerî ya sînordarkirî bê bidestxistin, dê bi kongreyê re xebatên xwe bidomînin.