WASHÎNGTON
Destûrmendên polês û îtfaiyeyê diyar kirin ku mirovên li derûdorê çûn hewara kesê ku benzîn li ser xwe de kir û xwe şewitand. Dû re ew kesa bi rêhewayê rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku nasnameya wî kesî nediyar e û ji ber şewatê jî rewşa wî xedar e.
Li gor gotina şahidan di bûyera Natîonal Mallê de kesekî bîdona benzînê li ser xwe de rijand û agir berê xwe da. Tê gotin ku mirovên ku ji wir re derbas dibûn bi kincên xwe agir vemirandin û wê çaxê hê hişê wî kesê agir berdabû bedena xwe li serî bû.