Hat ragihandin ku leşkerên artêşa Esed li bajarên têvel yên Sûriyeyê bi çekên giran ve operasyon çêkirin û 61 kes kuştin. 14 kesên ji kuştiyan zarok in.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SNHR) duh di operasyonan de 61 kesî jîyana xwe dest da. Li Derayê 15, li Hasekeyê 10, li dorbajarên Şamê 10, li Helebê 8, li Deyre'z-Zorê 6, li Hamayê 5, li Îdlibê 4, li Humusê 2 û li Quneytrayê kesek mirin.
Berpirsiyarê Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê Omer Kalamunî daxuyanî da muxabirê AAyê û diyar kir ku tîmên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad; Ebû Musa el-Eşarî, Mucahidên Omer Muxtar, Lîwaya Tehrîrî Şam û Yekîtiya Riyaddînî Salîhîn êrîş birin li ser Lîwaya 555an ya li Nasiriyeyê û di encama operasyonê de 250yî zêdetir tank û gelek teqemenî bi dest xistin.