Abdullah Tel
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2019
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê herêma ewle ya ku tê payîn li bakurê Sûriyeyê bê avakirin da got: "Enqere di vê daxwaza xwe da xwedî heq e lewra ew niha ji ber terorîstên ku ji qada di bin kontrola Amerîkayê da ye tên, zehmetiyê dikişînin."
Lavrovê ku ji bo hevdîtinên Lijneya Giştî ya 74emîn a Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû pirsên rojnamegeran bersivand.
Nûçegihanê AAyê mijara herêma ewle ya ku Tirkiye dixwaze li bakurê Sûriyeyê ava bike û di vê çarçoveyê da jî gotûbêjên bi Amerîkayê ra didomîne ji Lavrov pirsî.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov li ser pirsê heq da Tirkiyeyê û got: "Enqere di vê daxwaza xwe da xwedî heq e lewra ew niha ji ber terorîstên ku ji qada di bin kontrola Amerîkayê da ye tên, zehmetiyê dikişînin."
- Hewl tê dayîn ku beşên rêveberiya xweser bên avakirin
Lavrov destnîşan kir li hemberî mijara herêma ewle ku serdestî û yekîtiya axa Sûriyeyê eleqedar dike ew "bêdeng namînin" û wiha pê da çû: "Em bi herdu welatan ra jî hevdîtinan dikin. Amerîkayî li herêmê Kurdan diemilînin û ji bo avakirina beşên rêveberiya xweser jî hewl tê dayîn û gavan diavêjin."