Nihat Kavşut
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 30 Îlon 2019
Li Fransayê dadgehê nehişt ku malbatek navê "Cîhad" li zarokê xwe yê teze çêbû bike.
Li gor xeberên di çapemeniya Fransayê da derketin Dadgeha Dijonê bi sedema "dibe ku zirarê bide zarok" nehişt ku malbatek navê "Cîhad" li zarokê xwe bike.
Dadgehê navê zarok wek "Cahîd" guherand.
Li gor Qanûna Medenî ya Fransayê navên ku zirarê bidin zarokan nayên danîn.
Li Fransayê her çiqas zarokên ku berê navê "Cîhad" li wan kiribin hebin jî ji ber bûyerên terorê û Îslamofobiyê şervanên terorîst yên biyanî wek "cîhadparêz" tên pênasekirin.
"Cîhad" bi Erebî tê meneya "têkoşîn" û "hewldan"ê, lê li Fransa û dewletên din yên Ewropayê wek "şerê pîroz" û "radîkalîzm"ê tê fehmkirin.
Li Fransayê berê nehiştibûn navê "Nutella"yê ku marqeya çîkolatayê ye û navê mîna "Çîlek" jî li zarokan bikin.