Nihat Kavşut
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 28 Îlon 2019
Hat destnîşankirin Kurt Volkerê Nûnerê Taybet yê Ukraynayê yê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji ber mijara Ukraynayê ku bû sedema lêpirsîna ezilkirina Trump dev ji wezîfeya xwe berda.
Li gor xeberên di medyaya Amerîkayê da derketin hat diyarkirin Volkerê ji sala 2017an vir va Nûnerê Taybet yê Ukraynayê yê Trump e îstifa kiriye.
Hat diyarkirin Kurt Volkerê di mijara Ukraynayê da ku bû sedema lêpirsîna ezilkirina Trump navê wî derbas dibû îstifaya xwe daye Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê hê der barê mijarê da daxuyanî nedaye.
- Lêpirsîna ezilkirina Trump
Rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkayê hefteya borî di xebera xwe da îdia kiribû ku Trump meha Tîrmehê wexta bi têlefonê bi Vladimîr Zelenskiyê Serokê Dewleta Ukraynayê ra diaxive ji Ukraynayê dixwaze ku der heqê kurê Joe Bîdenê bernamzedê Demokrat da jêpirsînê bike.
Trump ji bona îdiayan destnîşan kiribû axaftina wî ya bi Zelenskiy ra bi temamî li gor ûsûlê ye û gotibû ku muhîm nîne ez bi Zelenskiy ra çi axivîme, divê hin kes der heqê Bîden da lêkolînê bikin.
Li gor çapemeniya Amerîkayê Trump ji Serokê Dewleta Ukraynayê ra dibêje heger der barê Bîden û malbata wî da jêpirsînê bikin wê alîkariyê bide Ukraynayê. Piştî ku ev îdia derketin Demokratan lêpirsîna ezilkirinê dabûn destpêkirin. Trump beriya xeberdana bi têlefonê destnîşan kiribû alîkariya 400 milyon dolarî ya ji bona Ukraynayê dane sekinandin.
Qesra Sipî qeydên axaftinê weşandibû û diyar kiribû ku eleqeya alîkarî û axaftinê li ber hev tuneye.