Haydar Karaalp
20 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2023
Hikûmeta Iraqê ji Balyoza Swêdê ya li Bexdayê Jessica Svardstromê xwest ku ji welêt derkeve.
Li gorî INAya ajansa resmî ya Iraqê ji ber êrîşa li dijî Qurana Kerîm ya li Swêdê rêveberiya Bexdayê ji Balyoza Swêdê Jessica Svardstromê xwest ku ji welêt derkeve.
Li Bexdayê agir berdan Balyozxaneya Swêdê
Serokwezîrê Iraqê Muhemed Şîya Sûdanî herwiha fermanda Wezareta Karên Derve ku Meslehetguzarê Balyozxaneya Swêdê ya li Iraqê jî paş de bikişîne.
Iraqê lîsansa şirketa ragihandinê ya Swêdî ya Ericssonê betal kir
Rêvebiriya Iraqê lîsansa şirketa ragihandinê ya Swêdî ya Ericssonê betal kir.
Li gor ajansa fermî ya INAyê, Saziya Ragihandin û Enformasyonê ya Iraqê ji ber çalakiyên dijî Qur'ana Pîroz biryar da ku lîsansa şirketa Ericssonê bê betalkirin.
Hikûmeta Iraqê ji Balyoza Swêdê ya Bexdayê Jessica Svardstromê xwestibû ku ew ji welêt derkeve.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî ferman dabû Wezareta Karên Derva ku ew Meslehetguzarê Balyozxaneya Swêdê ya Iraqê paş da bikşîne.
Li Bexdayê komên girêdayî Tevgera Sedr şev ketibûn Balyozxaneya Swêdê û agir berdabûn hin beşan.
Kesekî bi navê Salwan Momika yê ku eslê wî Iraqî ye di 28ê Hezîranê da li Stockholma paytextê Swêdê li ber Mizgefta Stockholmê roja ewil a Eyda Qurbanê di bin kontrola polêsan da Qur'ana Pîroz şewitandibû.