Haydar Karaalp
20 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2023
Li Bexdaya paytextê Iraqê komên girêdayî Tevgera Sedr ku Muqteda Sedrê pêşengê siyasî û dînî yê Şiî pêşengiya wê dike, ketin Balyozxaneya Swêdê û agir berdan hin beşan.
Alîgirên Tevgera Sedr hatin texma Balyozxaneya Swêdê û çalakiyên şewitandina Qur'anê protesto kirin. Xwepêşanderan agir berdan hin beşên balyozxaneyê. Ji balyozxaneyê dûxana reş hilbû.
Xwepêşandanên Iraqê bariyerên beton yên li dora balyozxaneyê şikandin û ketin hundir.
Alîgirên Sedr berê jî bi ser Balyozxaneya Swêdê da girtibûn û çalakî li dar xistibûn.