İbrahim Atmaca
15 Mijdar 2020•Rojanekirin: 15 Mijdar 2020
Hat ragihandin ku deynê Iraqê yê navxweyî û derekî bi tevahî 70 milyar dolar e.
Serokê Komîsyona Darayiyê yê Meclisa Iraqê Heytem Cuburî daxuyanî da û wiha got: "Deynê Iraqê yê navxweyî û derekî bi tevahî 70 milyar dolar e."
Cuburî diyar kir ku ji vî deynî 24 milyar dolar deynê derekî ye, 46 milyar dolar jî deynê navxweyî ye.
Hikûmetê ji bo razandina mehaneyên karmendan ku 2 mehan dereng ket, Qanûna Kêmasiya Darayî û Deyndariyê amade kir û ev qanûn di 12ê mijdarê da li Meclisê hatibû qebûlkirin.
Li gor vê qanûnê hikûmet wê ji Bankeya Navendî û ji bankeyên din ên qamûyê deyn bistîne û mehaneyên karmendan razîne.