Önder Beyter
15 Mijdar 2020•Rojanekirin: 15 Mijdar 2020
Li Rûsyayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 925 hezar û 825an, ya kesên mirin jî derket 33 hezar û 186an.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgiriyê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê li Rûsyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da di 22 hezar û 572 kesên din da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket milyonek û 925 hezar û 825an.
Li welêt hejmara miriyan di rojekê da 352 zêde bû û derket 33 hezar û 186an, ya kesên baş bûn jî 14 hezar û 456 zêde bû û derket milyonek û 439 hezar û 985an.
Li paytext Moskowê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn da 6 hezar û 271 zêde bû û derket 510 hezar û 214an, ya miriyan jî 75 zêde bû û derket 7 hezar û 787an.
Di daxuyaniya Serwêsa Parastina Tenduristiya Însanan û Mafên Xerîdaran a Rûsyayê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 627 hezar testên nû hatin kirin û hejmara testên ku heta niha hatin kirin jî ji 68 milyon û 500 hezarî derbas bû.