Önder Beyter
15 Mijdar 2020•Rojanekirin: 16 Mijdar 2020
Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketî û miriyan zêde dibe û li Çînê jî bi kontrol nexweşî dewam dike.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt 447 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 129 hezar û 635an.
Li welatê serjimara wê ji 1,3 milyarî zêdetir e di 24 saetên dawîn da 41 hezar û 100 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derkete 8 milyon û 814 hezar û 579 kesan, heta niha 8 milyon û 205 hezar û 728 kes jî baş bûn.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.
- Çîn
Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da di 15 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Li welêt di 24 saetên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û her wiha hejmara pêketiyan jî derket 86 hezar û 338an.
Li Çînê heta niha 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 81 hezar û 319 kes jî baş bûn.
- Koreya Başûr
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr, li welêt di rojekê da 208 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara giştî ya pêketiyan derket 28 hezar û 546an, di 24 satên dawîn da kesek ji ber Kovîd-19ê mir û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 493yan.