Mixalifên ku kontrola taxên rojhilat û başûrê Helebê di destê wan de ne, li hemberî êrîşên hêzên Esed li ber xwe didin, lewra hêzên Esed bakurê bajêr dorpêç kirine.
Milîtanên şiî yên ku ji Lubnan, Îran, Iraq û Efganistanê hatin û ji bo şer tevî hêzên Esed bûn, li Helebê bi tank, roket û moşekan ve êrîşî herêmên Sîfat, Handarat, Ardul Melahê dikin. Ev der di destê Eniya Îslamî ya mixalif de nin.
Hêzên Esed êrîşî herêma Ardul Melehê kirin û li vê derê kontrola sê nuqteyan bi dest xistin ku ev herêm ji bo mixalifan girîng e û dikeve aliyê bakurê bajêr. Li van hersê nuqteyan di navbera hêzên Esed û Eniya Îslamî de pevçûnên tund didomin.
Şeyh Casimê fermandarê Eniya Îslamî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Hêzên rejimê bi çekên giran ve êrîşî herêma Ardul Melahê kirin û li vê herêmê navbera hêzên Esed û Eniya Îslamî de pevçûnên tund derketin. Hêzên rejimê ji bo ku kontrola herêmê bi dest bixin, çekên giran bi kar anîn."