Gumanbarên ku jimara wan hêj nayê zanîn bi saeta herêmî 09.45an de hatin Lîndt kafeya li Kolana Martîn Placeyê û kesên di hûndir de rehîn girtin.
Hat dîtin kesên ku deriyê kafeyê kîlîtkirin bandajên ku li ser nivîsên erebî hene danîne li ser serê xwe, her wiha piştî demekî bi xebatkarên kafêyê alayekê ku li serê nivîsên erebî hene li ser camê kafetaryayê dan daliqandin.
Hat eşkerekirin ku ji rehîneyên ku li kafeyê rehîn tên girtin û jimara wan hêj tam nayê zanîn, 5 kes xilas bû. Hat ragihandin ku ji kesên ku xilas bûn, du kes xebatkarên kafeyê ne.
Herêm bi wesayîtên bi zirx ên polêsan hat dorpêçkirin û li herêmê bergiriyên giran ên ewlehiyê berdewam dikin.