Ewlehiya Awistralyayê: Hat tesbîtkirin ku êrîşkarên êrîşa çekdar a li Sydneyê bav û kur in
Ankara
Ewlehiya Awistralyayê ragihand ku hat tesbîtkirin, êrîşkarên êrîşa çekdar a li plaja bajarê Sydneyê yê eyaleta New South Walesê (NSW) ya 15 kes tê da hatin kuştin, bav û kur in.
Komîserê NSWyê Mal Lanyon digel Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê hûrgiliyên êrîşê da daxuyanî dan.
Lanyon destnîşan kir ku vekolînên biwarê tesbîtkirina nasnameyê kuta bûn û pêdivî bi xebateke zêdetir nehat dîtin.
Lanyon ragihand ku êrîşkar, bavekî 50 salî û kurê wî yê 24 ne û her wiha kurê 24 salî li nexweşxaneyê razandî ye û rewşa wî giran e, bav jî hat kuştin.
Lanyon her wiha diyar kir ku bavê 50 salî xwedan çeka bi ruxset e, 6 çekên wî yên bi ruxset hene û li cihê bûyerê 6 çek hatin bidestxistin.
Serokwezîr Albanese jî di daxuyaniya xwe da wiha got, "Tişta ku we duh dît, xwerû xirabî, antîsemîtîzm û çalakiya terorîzmê bû."
Serokwezîrê NSWyê Chris Minns jî destnîşan kir, 15 qurbaniyên êrîşê di navbera 10 û 87 salî da ne.
Minns her wiha got ku di êrîşê da 42 kes birîndar bûn û li nexweşxaneyan tên tedawîkirin.
- Êrîşa çekdar a li Awistralyayê
Li Awistralyayê li Plaja Bondiyê ya li bajarê Sydneyê yê eyaleta New South Walesê êrîşa çekdar hatibû kirin.
Hatibû ragihandin, ji du berşikan yek hat kuştin û yê din jî hat binçavkirin.
Serokwezîrê Awistralyayê Albanese di civîna çapemeniyê da daxuyandibû ku êrîş li dijî Awistralyayiyên Cihû hat kirin.
Ehmed el-Ehmedê ku cesûrane midaxeleyî êrîşê kiribû û çeka êrîşkarekî ji dest derxistibû, di çapemeniya Awistralyayê da bûbû rojev.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
