Li Selahaddîna nahiyeya li ser Hewlêrê otobêsekê qeza kir û 21 xwendekarên zanîngehê birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, otobêsa ku xwendekarên Zanîngeha Selahaddînê ji nahiyeyê hilda û anî Hewlêrê, li palê qeza kir. Otobês li bariyeran ket, sê teqle avêt û paşê sekinî. Ji 43 kesên di otobêsê de 21 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Selahaddînê.
Berdevkê Polêsên Trafîka Hewlêrê Fazil Huseyîn li cihê qezayê lêkolîn kir û got ku li Hewlêrê cara ewil e ku ew qas kes di qezayekê de birîndar dibin. Huseyîn got ku piştî otobês ji kontrolê derket, teqle avêtiye û sedema qezayê wê piştî jêpirsînê bê tesbîtkirin.