Şeyma Yiğit
16 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2024
Hikûmeta Fransayê ragihand ku bi qasî 3 hezar welatiyên wê Libnan bi cih hiştine.
Li gorî nûçeya rojnameya Les Echosê, Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Noel Barrot, di gotara xwe ya ku li parlementoyê pêşkêş kir da behsa rewşa Libnanê kir.
Wezîr Barrot destnîşan kir ku ji dema ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê dest pê kirine pê va bi qasî 3 hezar welatiyên wan ew welat bi cih hiştine. Barrot her wiha anî ziman ku ji 350yî zêdetir welatiyên wan, sûd ji xizmetên texliyeyê yên Balyozxaneya Fransayê ya li Beyrûtê wergirtine.