Abdurrahman Binay
10 Îlon 2026•Rojanekirin: 10 Îlon 2026
Otomobîla bi plakaya 17 FZ 451 a ku Omer Y. (42) diajot li texma Şenkoyê ya rêya Kurtalan-Batmanê welgeriya.
Di qezayê da ajokar û Ayşe Y. (33), Bedîrhan Y. (3), Yahya Y. (12) û CÎhan (10) û dergûşa 3 mehî Asya Y. yên di otomobîlê da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kurtalanê.