Türkan Tosun
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
PARÎS
Enstituya Îstatîstika Neteweyî ya Fransayê (INSEE) li dijî Bankaya Navend û Komîsyona Ewropayê raporek weşand.
Enstituyê daxuyand li welêt mezinbûna 2017an wê ji sedî 1,9 be û sala bê jî di çaryeka ewil a salê de ev rêje wê di ciyê de bimîne.
Li gor daxuyaniya INSEEyê Fransa ji sala 2011an vir va îsal wê bigihêje rêjeyên herî bilind û wê ji sedî 1,9 mezin bibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin di çaryeka ewil a sala 2018an de jî tê texmînkirin ku mezinbûn wê 0,5 be û ev rêje wê sabit bisekine.
Bankaya Navend a Fransayê daxuyandibû li welêt mezinbûna 2017an wê ji sedî 1,8 be, Komîsyona Ewropayê jî ev rêje wek 1,6 eşkere kiribû.
Komîsyona Ewropayê ji bo herêma Ewroyê jî mezinbûna 2017an wek 2,2 eşkere kiribû.
- Daneyên bêkariyê
Di daxuyaniyê de hat gotin li Fransayê rêjeya bêkariyê ya ji sedî 9,7 wê di navîna 2018an de bibe ji sedî 9,4.
Di navîna îsal de rêjeya bêkariyê ji sedî 9,5 bû û ev rêje di nav 5 salan de rêjeya herî kêm bû, di çaryeka sêyemîn a salê de jî derkete 9,7an.
Di çaryeka dawîn a salê de jî tê texmînkirin ev rêje wê bibe 9,5.