Fatih Gazioğlu
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
LONDRA
Îngiltereyê êrîşa bi "fuzeya balîstîk" a ku hûsiyan ji Yêmenê avêtin Riyada paytextê Erebistana Siûdî şermezar kir.
Borîs Johnsonê Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê der barê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku ew ji vê êrîşê şaş û ecêb mane. Johnson wiha axivî: "Ez vê êrîşa ku hûsiyan hildaye ser xwe, bi tundî şermezar dikim. Îngiltere dijî tehdîd û krîzên herêmê li aliyê Erebistana Siûdî ye û wê her dem jî arîkariyê bide."
Johnson bangî dewletên herêmê kir û ji wan re got ku bila biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bînin cih û êdî ev êrîş çênebin û rageşiyên nû dernekevin û ji bo vê yekê tişta ji destê wan tê bila bikin.
Hûsiyan fuzeyeke balîstîk ji Yêmenê avêtibû Riyada paytextê Erebistana Siûdî. Erebistana Siûdî jî daxuyaniyek dabû û gotibûn wan ev êrîş bi sîstema parastina hewayê ya li bajêr berteref kiriye.