20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Nîkkî Haleyê Îran bi binpêkirina rêgezên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) sûcdar kir û got ku rêveberiya Amerîkayê dixwaze bila ceza li Îranê bê birîn.
Haleyê li KENYê civîna çapemeniyê li dar xist û îdia kir ku Îran li Yêmenê ji hûsiyan ra moşekan tedarik dike û biryarên Konseyê bi 'awayekî talûke' binpê dike û tevgerên 'îstiqrarê serobin' dike ji ber vê jî xwest ku bila ceza li Îranê bê birîn.
Di axaftina xwe da Haleyê bal kişand ser peymana nukleerî ya ku di sala 2015an da di navbera Îranê û Amerîka, Îngiltere, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanyayê da (5+1) hatibû îmzekirin û destnîşan kir ku di rojên pêş me da endamên Konseyê wê ji ber tevgera Îranê bên bal hev.