Hat ragihandin ku balafirên şer ên rejima Esed li Gutaya Rojhilat a herêma Şamê êrîşî navçe û bajaroka di bin kontrola muxalifan de kir, di êrîşê de 14 sivîl mirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên li nexweşxaneyên Dûma û Hamûriyeyê bi dest xistin, balafirên şer ên artêşê li Gutaya Rojhilat a herêma Şamê êrîşî navçeya Dûmayê ya di bin kontrola muxalifan de kir, di êrîşê de 6 jê jin 2 jê zarok 11 kes mirin, li bajaroka Hamûriyeyê jî 3 kes mirin.
Ji aktîvîstên çapemeniya herêmî ya li Gutaya Rojhilat Samîr Dûmanî jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di êrîşa balafirên şer ên ser Dûma û Hamûriyeyê de sivîl mirin, li herêma êrîşê her wiha gelekî xisar çêbû.