Penaberên qaçax ji bo jiyaneke çêtir warê xwe terikandine koçî welatên Ewropayê dikin. Lê Makedonyayê jî ji bo ku bikaribin derbasî welatên Ewropayê bibin wek "korîdor" bi kar tînin û ev yek jî li welêt niha pirsgirêkeke mezin e.
Rojê nêzî 3 hezar penaber ji ser Yewnanistanê derbasî Makedonyayê dibin û ji vê derê derbasî Sirbistanê û ji wê derê jî berê xwe didin welatên Ewropayê yên ku ji xwe re di xeyalên xwe de jiyaneke çêtir ava dikin.
Hêzên ewlehiyê yên ku li ber sînorê di navbera Yewnanistan û Makedonyayê de derbasbûna penaberan kontrol dikin ji bo derbasbûnê qefle bi qefle destûrê didin penaberan lê car caran di navbera herdu aliyan de xirecir derdikeve.
Penaberên ku derbasî aliyê Makedonyayê dibin li benda trena ku wê wan bibe Sirbîstanê disekinin û derd û kulên hemûyan cihê ye lê hemû jî ji bo "jiyaneke çêtir" xwediyên heman armancê ne.
Ji penaberên ku li benda trenê sekinîne Ehmedê ji Efxanistanê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku niha li welatê wî jiyaneke biewle jiyîn pir zehmet e û ji ber vê yekê cih û warê xwe terk kir û wiha pê de çû: "Şer û pevçûnên ku li Efxanistanê bi salan e dest pê kirine hê jî dewam dikin. Ez fehm nakim ku rêxistinên terorê ji ber çi sedemê zirarê didin welatê me. Ez ji bo ku çêtir bijîm dixwazim derbasî Almanyayê bibim. Ez şer naxwazim, dixwazim ku perwerdehiya xwe bidomînim û zimanên nû hîn bibim. Ez tiştekî din jî fehm nakim gelo çima ev şer û pevçûn bi piranî li welatên ku piraniya xelqê wê misilman in diqewimin."
Mesûdê ku ew jî ji Efxanistanêye û tevlî Ehmed derketiye rê destnîşan kir ku li welatên wî rêxistinên terorê yên ji hev cihê hene û ew li Efxanistanê dibin sedema tevlihevî, şer û pevçûnan û ew jî bi hinceta van sedemên hanê bi mecbûrî welatê bav û kalên xwe terk dike û wiha dewam kir: "Hejmara me efxanan kêm e. Ji bo derbasbûnê ewilî welatiyên ji Sûriyeyê ne derbas dikin lazim e ku me jî derbas bikin û paş ve nehêlin."
Mihemed Cabbarê ku ji Mûsila bajarê Iraqê derbasî Tirkiyeyê bû û nêzî salekê li wê derê ma û paşê jî ji bo jiyaneke çêtir berê xwe da welatên Ewropayê jî got: "Em dixwazin xwe bigihînin welatên Ewropayê. Ji bo vê yekê jî em ewilî bi kelekekê derbasî Yewnanistanê bûn lê li wê derê em li giravekê sekinîn. Çekdarên li vê derê ji me re qet baş nebûn û em tirsiyan. Em nêzî 10 saetî li wê derê sekinîn. Keleka me xerabû û me ji polêsên yewnan alîkarî xwest, hatin alîkariya me û paşê jî em birin kampê. Li Kapmê ne nan, ne av û ne jî tiştên ku ji bo jiyanê hewce dikin hebûn."
Cabbar got ku di nav penaberan de gelek zarok, kal û pîrên nexweş hebûn û ji ew bi xwe jî ji bo ku bikaribe jiyaneke di nav aştiyê de û çêtir bijî, ji warê bav û kalên xwe dûr dikeve û wiha dewam kir: "Ez endezyarê ceyranê me lê li welatê xwe derfeteke ku ez bixebitim tuneye. Li welatê me şer heye. Bajarê ku ez lê dijîm niha xirbe ye. Her roj di navbera 200 û 300 kesî de meriv tên kuştin û ez ji xwe nikaribûm li wê derê bisekinim. Ez dixwazim herim Fînlandiyayê lewra li wê derê li reng û dînê merivan nanihêrin û hurmetê nîşanî meriv didin. Şer û pevçûnên ku li van deran diqewimin ez wisa bawer dikim ku wê heta 6-7 salan dewam bike. Mûsil, Tikrît û Enbar ev sal û nîvek e ku di destê kesên xerab de ne."
Penaberekî din ê ji Iraqê Îbrahîm jî bal kişand ser şer û pevçûnên li welatê wî û diyar kir ku ew dixwaze jiyaneke di nav aştiyê de derbas bibe bijî û axaftina xwe wiha domand: "Ez li Iraqê dixebitîm û xwestin ku min bikujin. Paşê ez derbasî Tirkiyeyê bûm û bi qasî salekê li wê derê mam. Ji bo xebatê min ji xwe re tu kar nedît û ez derketim vê rêyê. Dema ku li welatê min şer û pevçûn biqede di nav yên ku wê vegerin de ez ji yên ewil yek im.
- Di nav du meh û nîvan de 55 hezar penaber
Wezareta Karên Navxweyî ya Makedonyayê daxuyanî da û destnîşan kir ku piştî guherîna qanûna îlticayê ya welêt ji 19yê hezîranê heta niha 55 hezar û 58 penaberên qaçax ji Makedonyayê heqê xwespartina berwext xwestin.
Di nav kesên ku heqê xwespartina berwext xwestin de 44 hezar û 623 kes ên wî ji Sûriyeyê ne.
Penabarên ku koç dikin bi xewn û xeyalên bo jiyaneke çêtir ji ser korîdora Yewnanistan-Makedonya- Sirbîstanê derbas dibin û berê xwe didin welatên Ewropayê.
Li gor saziyên civakî yên sivîl ên ku li ser sînorê di navbera Yewnanistan-Makedonyayê de kar dikin rojê nêzî 3 hezar penaber tên û bi otobus, tren û texsiyan ve diçin Tabanovsteya ku li bakurê welêt.
Penaberên ku Makedonyayê ji xwe re wek stargeh nabînin ji wê derê derbasî Sirbîstanê û ji wir jî derbasî Macaristanê dibin.
Di qanûna îlticayê ya Makedonyayê de di meha hezîranê de ji bo penaberan verastkirinek hatibû kirin. Penaberên ku xwe gihandibin Makedonyayê wê bikaribin heta 3 rojan bisekinin û bikaribin beleş li hemû wesayîtên rêwîtiyê siwar bibin.