Ji serokên Partiya Îslamê ya Iraqê yê berê û ji pêşengên Birayên Misilman (Îxwan) a Iraqê Prof. Dr. Muhsîn Ebdulhemîd got: "Tiliya Îranê di geşedanên ku li Iraqê dibin da heye. Qasim Suleymanî (Fermandarê 'IRGC' Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê) û Îran hukmî Iraqê dike."
Ebdulhemîd li ser rewşa siyasî ya Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îdia kir ku li welêt her tişt li ser mezhebcîtiyê dimeşe, her kes li pey nijadperestiyê ye, heqîqeta îslamê hatiye jibîrkirin.
-
Ebdulhemîd li ser tesîra Îranê ya li ser Iraqê sekinî û wiha pê da çû: "Tiliya Îranê di geşedanên ku li Iraqê dibin da heye. Qasim Suleymanî û Îran hukmî Iraqê dike. Ev ne îdiaya min e, hemû dinya dizane. Her kes pir baş dizane ku li Iraqê çi bibe, sedema wê Îran e. Ev eşkere ye. Îran bi xwe jî înkar nake."
Ebdulhemîd bal kişand, ji ber ku saziya dînî û siyasî ya sunniyên welêt tuneye, sunnî nabin yek û wiha dewam kir:
"Sunniyên li Iraqê perçe perçeyî bûne. Di nav wan da pir îxtilaf hene. Ne saziyeke wan a dînî ne siyasî heye. El Qaîde derket holê û li dijî Amerîkayê şer kir, paşê jî li Iraqê Baas cardin vejiya. Sunniyan destûr neda ku ji derva va jî midaxeleyek were kirin, bi xwe jî tu tişt nekirin. Bi vî awayî zulm li xwe kirin. Me wê demê digot ku divê sunnî tevî pevçûn û bûyerên terorê nebin. Me got ku bila bi rêya siyasetê kar bimeşin û em rêyên demokratîk hereket bikin. Têkoşîna li dijî Amerîkayê xelet bû. Lewra piraniya iraqiyan ji bo ku Seddam têk biçe, hatina Amerîkayê erênî dît û piştgirî danê. Ji ber qismekî sunniyan li dijî wê şer kir, Amerîkayê rêyeke din şopand."
Ebdulhemîd destnîşan kir, ji ber ku saziyên siyasî û dînî yên şiiyan hebûn, wan bi rehetî rewş kontrol kir û wiha dewam kir: "Wan ev firsend bi kar anî û her tişt bi dest xistin. Şiî mitefîqê Amerîkayê bûn û ji ber vê jî xwest ku bikeve Iraqê. Îranê jî piştgirî da vê yekê."
Ebdulhemîd daxuyand ku sunnî li Iraqê ne kêm in û wiha got:
"Heke em kurd, tirkmen û netewe û mezhebên din jî bijmirin, sunnî li Iraqê pir in. 5 wilayetên mezin ên Iraqê sunnî ye. Sunniyên Iraqê bi bandora Ebdunnasir û Baasê jî bi gelemperî rikê wan ji Îxwanê tê. Hatine wê astê. Bi taybetî rejima Baasê bi hemû hêza xwe êrîşî Partiya Îslamî kir. Lewra gelê sunnî perçe ne: Partiya Baasê û Partiya Îslamê ku bi destê mensûbên Îxwanê hat avakirin. Baas li dijî baweriya îslamê ye. Bi taybetî jî Îxwanê wek dijminekî mezin dîtiye. Baas di nav 35 salên ku îqtidar bû da piştgiriyeke mezin da sunniyan. Ji ber ku zulm li sunniyan dihat kirin, sunniyan jî xwe sipart Baasê."
- "Sedema eslî ya avakirina DAEŞê dijminatiya kurd û sunniyan e"
Ebdulhemîd îdia kir ku DAEŞ li dijî kurd û sunniyan hatiye avakirin û wiha dewam kir: "Tu eleqeya DAEŞê bi îslamê ra tuneye. Sedema eslî ya avakirina DAEŞê dijminatiya kurd û sunniyan e. Ev rêxistin li Iraq û Sûriyeyê heta hetayê namîne. Lê şerê ku bi DAEŞê ra tê kirin, wê dirêj bibe. Lewra hêzên mezin pişta DAEŞê dikin. Ez nikarim navê wan bidim lê, gelek hêzên mezin piştgiriyê didin DAEŞê. Lêbelê nê pêkan e ku DAEŞ bimîne."
Ebdulhemîd îdia kir, Mele Mistefa Barzanî ji bo ku Seyyîd Qutub neyê xeniqandin, ji Serokomarê Misrê yê wê dewrê Cemal Ebdunnasir ra name şand û wiha dewam kir: "Barzanî, Seyyîd Qutup ji nêz va dişopand. Pirs kir ku wê tefsîra Fîzilalî Qur'anê çawa peyda bike. Me jî got ku em ê ji te ra bibînin û bînin. Endamên Îxwana Iraqê ev eleqedariya Barzanî ya Qutub teqdîr dikir."
Ebdulhemîd got ku ew wek heyet di serê sala 1967an da ji bo ku navbeynkariya hikûmeta Bexdayê û Barzanî bikin, çûn Hewlêrê û axaftina xwe wiha temam kir:
"Barzanî got ew amade ye ku bi Serokomarê Iraqê Ebdurrahman Arif ra hevdîtinê bike. Barzanî got ku ew tu wextî şer û pevçûnê naxwaze û wiha gotibû 'Ez mirovekî misilman im û zarokê vê axême. Tu sedem tuneye ku ez şer bixwazim. Bexda her tim êrîşî me dike û gundên me bombe dike'. Paşê Barzanî û Arif hatin bal hev û li hev rûniştin. Lêbelê ji ber derbeya baasiyan, her tişt bin guhê hev ket û peyman nehat tetbîqkirin."