Di êrîşeke Îsraîlê ya dijî Libnanê da 3 rojnamevan hatin kuştin
Beyrut
Di êrîşeke Îsraîlê ya dijî navçeya Cizînê ku dikeve başûrê Libnanê da 3 rojnamevan hatin kuştin.
Li gorî nûçeya televizyona "Al Manar"ê ya ser bi Hizbullahê, di nava wan da nûçegihanê qadê yê qenalê Elî Şueyb û rojnamevana xebatkar a televizyona "Al Mayadeen" a nêzîkî Hizbullahê Fatma Fetûnî, dema di nava wesayitekê da bûn, li navçeya Cizînê bûn armanca êrîşa Îsraîlê.
Di encama êrîşê da herdu 2 rojnamevanan canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat standin jî, fotonûçegihanek jî di nava wesayitê da bû û wî jî di êrîşê da canê xwe ji dest da.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
